Li HKIyê bûyera şewba berazan

Li Herêma Kurdistana Iraqê di kesekî de vîrusa H1N1 ya ku wekî şewba berazan tê zanîn hat tespîtkirin.

Li HKIyê bûyera şewba berazan

Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) di kesekî de vîrusa H1N1 ya ku wekî şewba berazan tê zanîn hat tespîtkirin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Xalis Qadir daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û bêyî ku wilayetekî diyar bike got ku li HKIyê di kesekî de şewba berazan tespît kirin.

- Qadir got ku nexweş tên dermankirin û rewşa tenduristiya wî baş e.

Qadir bi bîr xist ku vîrus di sala 2009an de derket holê û got ku "Şewba berazan dema ku nû derketibû nedihat dermankirin lê belê niha dermanê wê heye. Li gor berê xetereya vîrusê kêm e."

Di nûçeyên ku di çapemeniya herêmî de cî girtin de hat tespîtkirin ku şewba berazan li Silêmaniyê hatiye tespîtkirin.

Dîroka nûkirinê: 18 Çile 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE