Li HKIyê di 2018an da 115 zilaman întihar kir

Li Herêma Kurdistanê hejmara zilamên ku par întihar kirin li gor 2017an ji sedî 55 zêde bû

Li HKIyê di 2018an da 115 zilaman întihar kir

Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) hejmara zilamên ku par întihar kirin li gor 2017an ji sedî 55 zêde bû.

Serokê Yekîtiya Zilaman a HKIyê Birhan Elî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku hejmara zilamên ku ji ber sedemên curbecur di sala 2018an da întihar kirin, zêde bû.

Elî diyar kir ku li herêmê hejmara zilamên ku di sala 2018an da întihar kir li gor pêrar ji sedî 55 zêde bû û derket 115an û wiha dewam kir: "Di sala 2017an da ev hejmar 74 kes bûn, di 2018an da zêdebûneke talûke dixûyê."

Elî destnîşan kir ku di 2018an da 558 zilam ji ber şîdeta ku jinên wan ser wan dike, gilîdar in.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Çile 2019, 10:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE