Li HKIyê di Cejnê de dê qedexeya derketina derve bê sepandin

Li Herêma Kurdistanê di Cejna Remezanê da qedexeya derketina derva dê were sepandin

Li HKIyê di Cejnê de dê qedexeya derketina derve bê sepandin

Hat ragihandin ku li Herêma Kurdistana Iraqê di Cejna Remezanê da qedexeya derketina derva dê were sepandin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê da hat diyarkirin ku biryar hat dayîn ku ji roja yekemîn a eydê heta 72 saetan li hemû parêzgehan qedexeya derketina derva were cîbicîkirin.

Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku ceza dê li kesên biryarê binpê bikin were birîn, hêzên ewlekariyê, ekîbên tenduristiyê û ambulans ji qedexeyê muaf in.

Ji aliyekî din va hat diyarkirin ku qedexeya çûn û hatina di navbera parêzgehan da jî dê 20ê gulanê dest pê bike û heta 1ê hezîranê dewam bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE