Li HKIyê di kabîneya nû da dê wezaretekî bidin Tirkmenan

Hat diyarkirin ku dê li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) di kabîneya hikûmeta nû da wezaretekî bidin Tirkmenan.

Li HKIyê di kabîneya nû da dê wezaretekî bidin Tirkmenan

Hat diyarkirin ku dê li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) di kabîneya hikûmeta nû da wezaretekî bidin Tirkmenan.

Heyetekê payebilind a ku bi serokatiya Mesrûr Barzaniyê ku li HKIyê bi avakirina hikûmetê hat peywirdarkirin, pêk tê Serokatiya Bajêr a Hewlêrê ya Eniya Tirkmenên Iraqê (ITC) ziyaret kir û li ser mijara avakirina kabîneya hikûmetê axivî.

Piştî hevdîtinê Parlementerê Hewlêrê yê ITCyê Aydin Merûf daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku Tirkmen dê li kabîneya hikûmetê ya ku dê li HKIyê bê avakirin da bi wezaretekî bên temsîlkirin.

Merûf diyar kir ku hevdîtineke erênî kirin û wiha axivî: "Girîng e ku ITC û Tirkmen li herêmê tevî hikûmetê bibin. Têkiliyên Tirkmen û Kurdan ji hêla têkiliyên di navbera ITC û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) va girîng e."

Merûf qal kir ku heyetê piştgirî da daxwaza ku wezaretê bidin ITCyê û got ku dê di demek kurt da ji bo wezîrtiyê namzedekî eşkere bikin.

Li Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 10 roj berê bi avakirina hikûmetê hat peywirdarkirin û divê ku Barzanî di nav mehekî da hikûmetê ava bike.

Li Herêma Kurdistanê di hilbijartinên giştî yên ku di 30yê îlonê da hatin kirin da PDKyê 45, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) 21, Tevgera Goran 12, Tevgera Nifşa Nû 8, Partiya Civaka Îslamî (Komel) 7, Partiya Yekîtiya Îslamî (Yekgirtu) 5, Lîsteya Nûjen û Azad 2, Tirkmenên girêdayî pergala kotayê 5, xiristiyanan jî 6 parlementer derxistibûn.AA

Dîroka nûkirinê: 23 Hezîran 2019, 14:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE