Konseya Edaletê ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) encamên hilbijartina ku di 30yê îlonê da hatibû kirin tesdîq kir.
Berdevkê Konseyê Umît Muhsîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku "Komîsyona Edalatê encamên hilbijartina parlementeriyê tesdîq kir."
Komîsyona Referandum û Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Herêma Kurdistanê, 20ê cotmehê encamên ewil eşkere kirin û piştra ji bo tesdîqkirinê encam şand Konseya Edaletê ya ku wekî "mehkemeya Bilind" tê qebûl kirin.
Li gor encamên hilbijiartina HKIyê yê nefermî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 45 parlamenterî qezenc kiribû û bûbû partiya yekemîn. Partiya Celal Talabaniyê Serokomarê Iraqê yê berê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) 21 parlamanterî qezenckiribû û bûbû partiya duyemîn. Tevgera Goran a ku serokatiya mixalefetê dike jî bi 12 parlamenteran bûbû partiya sêyemîn.
Li HKIya ku serjimara wê kêmzêde 5 milyon e ji 3 milyonî zêdetir hilbijêr di 30yê îlonê roja yekşemê ji bo hilbijartinên giştî deng dabû û 29 partî û koalîsyon ketibûn hilbijartinê.
AA