Li HKIyê encamên teqez ên hilbijartinê eşkere bûn

Li gor encamên teqez ên hilbijartina parlamenteriyê ya 30ê îlonê PDK bû partiya yekemîn

Li HKIyê encamên teqez ên hilbijartinê eşkere bûn

Li gor encamên teqez ên hilbijartina parlamenteriyê ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ku di 30ê îlonê da hat kirin, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû partiya yekemîn.

Li gor encamên teqez ên ku Komîsyona Hilbijartina Bilind û Referandumê ya Serbixwe ya HKIyê eşkere kir, PDKê 45 parlamenter qezenc kirin û bû serkeftiyê hilbijartinê.

Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) 21 parlamenter qezenc kir û bû partiya duyem. Tevgera Goranê jî 12 parlamenter qezenc kir û ji rêza duyem ket rêza sêyem.

Tevgera Nifşa Nû ku li HKIyê cara ewil kete hilbijartinê jî 8 parlamenter qezenc kirin. Partiya Civata Îslamî (Komel) li gor hilbijartina 2013an dengê xwe zêde kir û 7 parlamenter qezenc kir.

Tifaqa "Ber Bi Îslahê Va" ku ji Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) û Partiya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê (Bizotnewe) pêk tê, di hilbijartina dawî da dengê xwe yên berê nêvî winda kir û 5 parlamenter derxist.

Komîsyona hilbijartinê ya HKIyê ji 9 endaman pêk tê û ji bo pesendkirina encamên hilbijartinê pêdivî bi pesendkirina 5 endaman heye.

5 endamên komîsyonê encam pesend kir, 4 endaman jî red kir.

Li HKIyê nêzî 5 milyonî nifûs heye û 3 milyonê wê di 30ê îlonê da seba hilbijartina giştî çûbû ser sandoqê, 29 partî û koalîsyon seba 111 parlamenterên meclisê ketibûn pêşbaziyê. Rêjeya beşdariya hilbijartinê ji sedî 57 hatibû eşkerekirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Cotmeh 2018, 14:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE