Li HKIyê heyama propagandaya hilbijartinê dest pê kir

Li Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê hilbijartina parlementeriyê wê di 30yê îlonê da bê kirin û heyama propagandayê jî dest pê kir

Li HKIyê heyama propagandaya hilbijartinê dest pê kir

Li Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) hilbijartina parlementeriyê wê di 30yê îlonê da bê kirin û heyama propagandayê jî êdî dest pê kir.

Li gor bernameya ku Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya HKIyê eşkere kir serbestiya propagandayê ya ku îro ket rewacê heta ji ray avêtinê ra 48 saet bimîne wê dewam bike.

Partiyên siyasî yên ku wê beşdarî hilbijartinê bibin seranserê hilbijartinê wê bikaribin îlanên bi wêne û nivîskî belavbikin.

Bi destpêkirina heyama propagandayê li navenda Hewlêrê afîşên hilbijartinê û posterên namzedan bi kuçe û kolanan va hatin dalqandin.

Li HKIyê hilbijartin wê di 30yê îlonê da bê kirin û ji bo 111 parlementerî wê 31 partî hewl bidin.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 îlon 2018, 17:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE