Li HKIyê hilbijartina parlamenteran

Herêma Kurdistanê di bin siya nîqaşên avakirina hikûmeta Iraqê da diçe ser sandoqan

Li HKIyê hilbijartina parlamenteran

Li Iraqê di 12ê Gulanê da hilbijartinên giştî çêbûn û ji ser ra çar mehan zêdetir dem derbas bû, lê welêt hê jî hikûmetek nehatiye avakirin. Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) vê yekşemê hilbijartina parlamenteran wê çêbibe.

Li Herêma Kurdistana Iraqê 3 milyon û 88 hezar hilbijêr hene.

Piştî referanduma par li Herêma Kurdistanê cara ewil wê hilbijartin bên kirin, ji ber vê ev hilbijartin girîng e.

Tê texmînkirin dengên partiyên Kurd ên ku beşdarî hilbijartinê dibin wê zêde neguherin û partiyên desthilat wê dengên xwe biparêzin.

Pisporan der barê vê hilbijartinê da daxuyanî dan AAyê.

Pisporan got li Iraqê hikûmet hê nehatiye avakirin û di nav rewşeke wiha da gelê Herêma Kurdistanê diçe ser sandoqan, ji ber vê evê tesîrê li ser encamê bike.

- "Bi gelemperî rewş wê neguhere"

Pisporê Siyasetê Dr. Muwaffaq Adil Omerê Hîndekarê Fakulteya Agahiyên Siyasî û Hiqûqê ya Zanîngeha Salahaddînê got hilbijartinên li Herêma Kurdistanê her çiqas herêmî bin jî aliyekî wê yê navneteweyî jî heye.

Omer got hilbijartinên Iraqê helbet wê tesîrê li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê bike û wiha axivî: "Bi gelemperî rewş wê neguhere. Dengên partiyên siyasî yên beşdarî hilbijartinê bibin dibe ku çend puanan kêm an jî zêde bibin, lê bi ya min guherîneke mezin wê çênebe. Partiyên siyasî yên Kurd qasî dengên ku di hilbijartina Iraqê da hildabûn wê dîsa hildin. Aktorên sereke wê neguherin."

Omer got ji ber pirsgirêkên partiyên siyasî û belawelabûna mixalefetê dengên PDKyê dibe ku zêde bibe.

- "Ev hilbijartin ji yên din cudatir e"

Pisporê Siyasetê Alk. Dr. Sabah Suphî jî got piştî referanduma ku par hat kirin cara ewil li Herêma Kurdistanê hilbijartin wê çêbibin ku ev bi du xalan ve hilbijartineke girîng e û wiha axivî: "Ya ewil referandum çêbû û bû sedema hin pirsgirêkan. Ya duyem jî hikûmeta Iraqê hê ava nebûye. Ji ber vê rewşeke di hilbijartinên din da tunebû di vê hilbijartinê da heye. Di hilbijartinên berê da di navbera hilbijartinên Iraq û Herêma Kurdistanê da demeke dirêj hebû."AA

Dîroka nûkirinê: 25 îlon 2018, 16:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE