Li HKIyê ji ber vîrusa koronayê qedexeya derketina derva hat îlankirin

Di nav du rojên ku dê qedexeya derketina derva dewam bike da li bajêran dê paqijiya berfireh bê kirin

Li HKIyê ji ber vîrusa koronayê qedexeya derketina derva hat îlankirin

Wezareta Karên Navxweyî ya Birêvebiriya Herêma Kurdistana iraqê (HKI) piştî ku li Iraqê 8 kes ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin û xetereya belavbûna şewbê zêde bû li herêmê ji bo du rojan qedexeya derketina derva îlan kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî ya HKIyê da hat diyarkirin ku di çarçoveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê da li bajarên li herêmê ji bo 2 rojan qedexeya derketina derva hat îlankirin.

Qedexe dê ji nîvê şevê pêva bê tetbîqkirin û 2 rojan dewam bike.

Di daxuyaniyê da herwiha hat ragihandin ku di nav du rojên navborî da li bajêran dê paqijiya berfireh bê kirin û li hin semtan jî dê kontrolên tenduristiyê bikin.

Birêvebiriya HKIyê ragihandibû ku di çarçoveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê da li mizgeft û dêrên li Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Helebçeyê xutbeyên înê jî di nav da heta emreke duyemîn îbadetên komî rawestandibû.

Hatibû eşkerekirin ku li Iraqê heta niha ji ber Kovîd-19ê 8 kes mirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE