Li HKIyê ji bo du parêzgehan qedexeya hatûçûnê

Li Silêmaniyê û Helebceyê ji bo maweya 24 saetan qedexeya hatûçûnê hat ragihandin

Li HKIyê ji bo du parêzgehan qedexeya hatûçûnê

Li herdu parêzgehên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Silêmanî û Helebceyê ji bo maweya 24 saetan qedexeya hatûçûnê hat ragihandin. 

Lijneya Asayişa Silêmaniyê ragihand ku li navendên parêzgehên Silêmanî û Helebceyê, herwiha di navbera qeza û nahiyeyan de ji bo maweya 24 saetan qedexeya hatûçûnê ragihandine. 

Hat destnîşankirin ku dê îşev qedexe bê cîbicîkirin.

Di xwepêşandanên ku bi boneya protestoya mehaneyan a dijî hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê berdewam in de, heta nuha 5 kesan canê xwe ji dest da û 17 kes birîndar bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE