Di daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya Meclisê da hat gotin çend roj berê di xebatkarekî dîwana meclisê da vîrusa koronayê hat tesbîtkirin û paşê parlamenter jî di nav da testa 197 kesan hat kirin.
Hat gotin hin test pozîtîf derketin, ji bo ku rê li ber şewbê bê girtin û tevdîr bên dîtin xebatên meclisê ji bo 2 hefteyan hatin rawestandin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Wezareta Tenduristiyê wê der barê şewba li meclisê da agahiyan bide.
Li gor daneyên hikûmeta HKIyê 4 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara miriyan gihîşt 30î. Bi tesbîtkirina 171 waqieyên nû va jî hejmara kesên bi vîrusê ketine jî derket 1637an.
AA