Li Ranyaya li ser bajarê Silêmaniya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) li ser navê aştî û jiyanê mihrîcaneke çandî hat lidarxistin.
"Mihrîcana Çandên Cuda ya 5emîn" li Ranyaya li ser bajarê Silêmaniyê hat kirin. Gelek komên cuda yên etnîk û ji Îranê jî tîmeke folklor û muzîkê beşdarî mihrîcanê bûn.
Organîzatorê mihrîcanê Xalid Qadir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku daxwaza wan ew e ku çandên li herêmê yên cuda bi gelê herêmê bidin nasîn û wan nêzî hev bikin.
Qadir diyar kir ku ji Bexdayê heta Îranê ji gelek herêmên cuda 11 ekîbên hunerê beşdarî mihrîcanê bûne.
Qadir got ku mihrîcanê duh dest pê kiribû û îro jî wê piştî nasandina cil û bergên herêmî û konsera evarê dê biqede.
Bajarê Ranyayê jî sînorê Îranê 60 kîlometre dûr e û bi çiya û siruşta xwe ya xweşik û delal tê zanîn.
Her sal bi hezaran turîst herêmê ziyaret dikin. AA