Li HKIyê perwerdeya ji dûr va heta 16ê rêbendanê hat dirêjkirin

berdevkê Hikûmeta HKIyê Cotyar Adil daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir ku perwerdeya ji dûr va heta 16ê rêbendanê hat dirêjkirin.

Li HKIyê perwerdeya ji dûr va heta 16ê rêbendanê hat dirêjkirin

Birêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ragihand ku di çarçoveya têkoşîna dijî şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da li dibistan û zanîngehan dê heta 16ê rêbendanê perwerdeya rû bi rû neyê kirin.

Berdevkê Hikûmeta HKIyê Cotyar Adil daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir ku perwerdeya ji dûr va heta 16ê rêbendanê hat dirêjkirin.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku navbera ku li kreş, dibistan û zanîngehan dane perwerdeya rû bi rû dê heta 16ê rêbendanê dewam bike û perwerdeya ji dûr va dewam bike.

Wezareta Tenduristiyê ya HKIyê di çarçoveya biryara ku di 1ê sermaweza 2019an  hildabû da ragihandibû ku heta 1ê kanûna pêşîn a 2019an dê hemû dibistanan navberê bidin perwerdeyê. 

Li gor biryara ku berê hatibû hildan hatibû ragihandin ku li HKIyê perwerdeya rû bi rû dê tenê di polê 1, 2 û 12emîn da dewam bike, ji bo polên din dê perwerdeya onlîne bê dayîn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE