Li HKI'yê peywira damezirandina hikûmetê dan Mesrûr Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peywira damezirandina hikûmetê da Mesrûr Barzanî

Li HKI'yê peywira damezirandina hikûmetê dan Mesrûr Barzanî

Li Herêma Kurdistana Iraqê, Serok Nêçîrvan Barzanî peywira damezirandina hikûmetê da Mesrûr Barzanî.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ofîsa Mesrûr Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peywira damezirandina hikûmetê radestî Mesrûr Barzanî ku duh ji aliyê Meclisê bi pirdengî wekî namzedê serokwezîriyê hat nîşandan, kir.

Li Herêma Kurdistanê duh li Meclisa ku ji 111 kursiyan pêk tê bi beşdariya 97 parlamenterî rûniştina asayî hatibû kirin û namzedê PDKyê yê ji bo serokwezîriyê Mesrûr Barzanî 87 deng wergirtibûn û ji bo damezirandina hikûmetê wekî namzed hatibû nîşandan.

Mesrûr Barzanî ku niha peywira Misteşariya Ajansa Ewlekariya Herêma Kurdistanê tîne cih, divê di nava mehekê da hikûmetê bidamezirîne.

- Mesrûr Barzanî kê ye?

Kurê Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî li herêma Balekeyetî ya Hewlêrê sala 1969an hat dinyayê.

Mesrûr Barzanî bereksê pismamê xwe Nêçîrvan li Amerîkayê perwerde sitand û di sala 1997an da ji Beşa Zanista Siyasetê ya Zanîngeha Amerîkanê ya li Washîngtonê mezûn bû paşê li heman zanîngehê li ser aştî û çareseriya qeyranê lîsansa bilind kir.

Mesrûr Barzanî di sala 1999an da wekî endamê polîtburoya PDKê dest bi jiyana siyasî kir û ji sala 2012an vir va li ser peywira Misteşariya Ajansa Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê ye ku wekî servîsa îstixbaratê ya herêmê tê zanîn.

Mesrûr Barzanî li bajarê Duhokê ku lê PDK hêzdar e, Zanîngeha Kurdistanê ya Amerîkan ava kir û bi taybetî li herêma Behdînanê ku lê zaravayê Kurmancî tê axaftin, xwedî gelek alîgiran e.

Mesrûr wekî îstixbaratvan tê zanîn û ji ber peywira xwe zehf dernakeve pêşberî kamerayan û ji ber ku dosyeya ewlehiyê di destê wî da ye wekî "Sandoqa Reş ya PDKyê" jî tê naskirin.

Namzedê serokwezîriyê Mesrûr ji bavê xwe Mesûd Barzanî venaqete û di têkiliyên wî yên hem dervayî welêt hem jî yên li Herêma Kurdistanê da ligel wî cî digire û wekî bavê xwe piranî cil û bergên herêmî li xwe dike û peyama ku dê ji rêya wî dûr nekeve dide.

Mesrûr Barzanî xeynî Kurdî, baş bi Îngilizî, Erebî û Farisî dizane û bavê 4 zarokan e.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Hezîran 2019, 17:35
Şîrove Bike
ŞÎROVE
Ahmet Tan
Ahmet Tan - 3 ay Berî

Bext dar bin

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE