Li HKIyê sêhr û nivişt bi fermî hatin qedexekirin

Wezareta Karên Navxweyî ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) daxuyand ku kirina sêhran, nivişt û bi van rêyan başkirina cinaketiyan ku di nav civakê da pir zêde bûye, hat qedexekirin, kesên ku van yekan bikin jî wê werin tesbîtkirin û cezakirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya wezaretê, gilîdariyên ku niyet û hestên gel tên îstismarkirin, ji wan ra nivişt tên kirin û tên xapandin zêde bûn.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo pêşîlêgirtina van yekan bi Wezareta Ewqaf û Karên Dînî û Midûriya Giştî ya Polêsan ra xebat wê were kirin û wiha hat gotin, "Bi biryara wezaretê kirina sêhran, nivişt û bi van rêyan başkirina cinaketiyan hat qedexekirin."

Di daxuyaniya Wezareta Ewqaf û Karên Dînî ya Herêma Kurdistana Iraqê da jî hat gotin ku eleqeya sêhr û niviştan bi Îslamê ra tuneye.

AA

Dîroka nûkirinê: 04 Kanûn 2019, 17:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE