Li HKIyê xwepêşandana xwendekarên

Li Silêmaniyê hêzên ewlekariyê destwerdana xwepêşandana xwendekarên zanîngehê kir

Li HKIyê  xwepêşandana xwendekarên

Li Silêmaniya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) hêzên ewlekariyê destwerdana xwepêşandana xwendekarên zanîngehê kir.

Li gorî agahiya ku şahidên rewşê hatin sitendin, xwendekarên Enstîtuya Teknîkê ya Zanîngeha Silêmaniyê bi mebesta protestoya ji aliyê hikûmetê ve piştguhkirina daxwazên wan ên ji bo zêdekirina dermaleyên wan, xwepêşandan li dar xistin.

Xwendekarên ku li pêşiya zanîngehê kom bûn herwiha daxwaza başkirina şert û mercên wan ên li beşên navxweyî (yûrd) kirin.

Xwendekaran girtin ser avahiya zanîngehê û hinek ji camên pencereyên avahiyê şikandin.

Piştî vê hêzên ewlekariyê bi xaza rondikrêj û jopan midaxeleya xwepêşanderan kir.

Şahidên rewşê herwiha destnîşan kirin ku hinek ji xwepêşanderan birîndar bûne lê derbarê hejmara birîndaran ti agahî nedan.

Ji aliyê meqamên fermî ve heta nuha derbarê mijarê de ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Xwendekarên Enstîtuya Teknîkê ya Zanîngeha Silêmaniyê duh jî bi mebesta zêdekirina dermaleyên wan ên ji bo temamkirina xwendina xwe, xwepêşandan li dar xistibûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE