Li Hîndistanê qanûna “li dijî Îslamê”

Pêşnûmaya ku mafê welatîbûnê nade koçberên Misilman hat qebûlkirin

Li Hîndistanê qanûna “li dijî Îslamê”

Li Hîndistanê pêşnûmaya welatîbûnê ya “ li dijî îslamê” bû sedema aciziyê. Bi vê sepandina nû, koçberên ji 6 olên cuda dikarin bibin welatî lê misilman nikarin bibin. Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ev qanûn, qanûneke cihêkar û neheq e.

Hîndistanê ligel hemû bertekan dîsa gaveke li dijî Misilmanan avêt.

Qanûna welatîbûnê ya 64 salî, li dijî Misilmanan hat guhertin.

Qanûna nû ku bû sedema protestoyan, mafê welatîbûnê dide koçberên ku bi derqanûnî ketine Hîndistanê.

Lê koçberên Misilman nayên qebûlkirin.

Bi vê sepandinê Budist, Sih, Jain, Parsî, Hindu û Xirîstiyan dikarin bibin welatiyê Hîndistanê.

Kesên ji van olan, heke nasnameya wan hebe û zêdetirî 6 salan li Hîndistanê mabin dikarin bibin welatî.

Lê di çarçoveya qanûnê de koçberên Misilman an wê bên dersînorkirin an jî bên şandin hepsê.

Lê li Hîndistanê 200 milyon Misilman hene û bi vê hejmarê di dinyayê de welatê duyemîn e.

Li dijî vê qanûnê li gelek parêzgehên Hîndistanê protesto didomin.

Li Paytext Delhiyê di navbera xwendekarên zanîngehê û polîsan de pevçûn derket.

Li hin herêman qedexeya derketina derve hat îlankirin û înternet hat birîn.

Li ser vê yekê Neteweyên Yekbûyî bertek nîşan da.

Berdevkê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Jeremy Laurence got: “Em ji vê qanûna cihêkar nîgeran in”

Laurence got ku divê cardin li ser vê qanûnê bifikrin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE