Li Hîndistanê êrîşa bi bombe: 10 birîndar

Li bakurê rojhilatê Hîndistanê di encama êrîşeke bi bombeya destan li dijî xaleke polîsan 10 kes birîndar bûn.

Li Hîndistanê êrîşa bi bombe: 10 birîndar

Li bakurê rojhilatê Hîndistanê di encama êrîşeke bi bombeya destan li dijî xaleke polîsan 10 kes birîndar bûn.

Li gorî nûçeya di çapemeniya wî welatî de, li bajarê Guwahatiya eyaleta Essamê li dijî xaleke polîsan ya li ber deriyê firoşgahekê bi bombeya destan êrîş hat lidarxistin.

Rayedarê polîsan Deepak Kumar bi daxuyaniyekê ragihand ku bombeya destan ji aliyê 2 kesên li ser motorsîkletekî ve hat avêtin û anî ziman ku di êrîşê de 2 polîs û 8 sivîl birîndar bûn.

Derbarê êrîşede lêpirsîn hat destpêkirin.

Dîroka nûkirinê: 16 Gulan 2019, 17:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE