Li Holandayê çalakiya koma nijadperest

Li Utrechta bajarê Holandayê PEGIDAya tevgera li dijî koçberan û Îslamê li pêşiya Mizgefta Mezin a Weqfa Diyanetê ya Holandayê çalakî li dar xist û bû sedema rageşiyê.

Li Holandayê çalakiya koma nijadperest

Li Utrechta bajarê Holandayê PEGIDAya tevgera li dijî koçberan û Îslamê li pêşiya Mizgefta Mezin a Weqfa Diyanetê ya Holandayê çalakî li dar xist û bû sedema rageşiyê.

PEDIGAya ku xwe wekî "welathezên li dijî Îslambûna Rojavayê yên Ewropayî" dide nasîn di çalakiyê da heqret li Îslamê kir û bû sedema provokasyonê. Ji gelê taxê hin kesan bertek nîşanî axaftina komê dan.

Şaredarê Utrechtê Jan van Zanen saetek şûnda bi hinceta ewlehiyê çalakî betal kir.

Rayedarên Weqfa Mizgefta HDVyê ji bo rageşî dernekeve li dora mizgeftê amade bûn, komeke dildar Misliman û rêvebirên weqfa mizgeftê ya Fasiyan ji bo pevçûn dernekevin navçîtî kirin û kom ji hev veqetandin.

Di çalakiyê da gelek polês amade bûn, di rageşiyê da tiştek avêtin û ew jî li serê xwendekarekê zanîngehê ket û birîneke piçûk çêbû. Rayedarên Weqfa Mizgefta HDVyê xwendekarê birîndar hildan mizgeftê û dan dermankirin.

Serokê Weqfa Mizgefta HDVyê Yucel Aydemir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ji bo pêşî li provokasyonan bibirin û Mislimanan mihefeze bikin em wekî Rêvebirên Weqfa Mizgefta HDVyê li dora mizgeftê amade sekinîn. Endamên PEGIDA li dijî Îslamê axivîn û mixabin vê jî hin Misliman provoke kirin û rageşî derket. Ez 38 sal e li vê derê dijîn ev cara ewil e ku tiştekê wiha dibînim."

Aydemir diyar kir ku komek welatiyên Holandayê hatin mizgeftê û piştevanî dan wan, ji ber ku alîkarî dan polêsan jî Amirê Ewlekariya Utrechê û Şaredar peyam şandin û ji wan ra spas kirin.

Dîroka nûkirinê: 06 Cotmeh 2018, 11:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE