Li Hollandayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin di 24 saetan da 115 kes zêde bûn û gihîşt 1766an.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24 saetan da 115 kesên din jî ji ber vîrusa koronayê mirin û hejmara miriyan gihîşt 1766an.
Hat gotin hejmara kesên ku vîrus gihîşt wan jî 1224 kes zêde bûn û gihîşt 17 hezar û 851an.
Di daxuyaniyê da hat gotin di 24 saetan da 253 kesên din jî hatin tedawîkirin û hejmara kesên rakirine nexweşxaneyê jî bû 6 hezar û 875.
AA