Li İdlibê 26 sivîl di êrîşên Rusyayê da hatin kuştin

Di êrîşên esmanî yên balafirên şer ên Rusyayê yên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li İdlibê da 26 sivîl hatin kuştin.

Li İdlibê 26 sivîl di êrîşên Rusyayê da hatin kuştin

Li gor agahiya çavdêrîxaneya balafiran a muxalifan, balafirên şer ên Rusyayê serê sibê êrîşî gundên Bara, Bsîda û Masaranê yên li ser Îdlibê û gundên Kefer Dael, Mensura, Kefer Teal, Îrhab, Takad, Şamiko, Îndomî Cidra, Kefer Naha, Termanîn û Kefer Nûranê yên li rojavayê Helebê kirin.

Di daxuyaniya Parastina Sivîlan a Îdlibê (Kumspî) da hat gotin li gundê Barayê 2 kes, li gundê Kefer Tealê ji heman malbatê jê 6 zarok 9 kes, li gundê Takadê 1, li Cidrayê 2, li Termanînê 1, li Kefer Nahayê 2, li Îrhabê 1, li Kefer Nûranê 8 bi tevahî 26 sivîl hatin kuştin.

Ji ber êrîşên artêşa Esed, Rusya û komên terorîst ên biyanî yên Îran piştgiriyê dide, sivîlên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Îdlibê dimînin koçî ber sînorê Türkiyeyê dikin.

Li gor agahiyên Koordînatoriya Midaxaleya Suriyeyê her çiqas li Îdliba Suriyeyê agirbest hatibe îlankirin jî, êrîşên artêşa rejima Esed, Rusya û komên terorîst ên biyanî yên ku Îran piştgiriyê dide wan êrîşên xwe didomînin. Di van êrîşên ji 12ê çileya paşîn vir va dewam dikin da 76 sivîl hatin kuştin û 31 û 500 kesî jî ji cih û warên xwe koç kirin.

- Digel agirbestê êrîş dewam dikin

Wezareta Parastina Rusyayê daxuyandibû li Îdliba Suriyeyê di 9ê Çileya Paşîn da ji saet 14.00an pê va agirbestê dest pê kiriye. Lê rejim û komên terorîst ên biyanî yên Îran piştgiriyê didin êrîşên xwe domandibûn.

Wezareta Parastina Neteweyî ya Türkiyeyê jî daxuyandibû li Stenbolê di 8ê Çileya Paşîn da Serokomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rusyayê Vladîmîr Putîn dema civiyabûn biryar hatibû dayîn ku li Libya û Îdlibê agirbest bê îlankirin. Ji 12ê Çileya Paşîn saet 14.00an pê va agirbestê dest pê kiribû.

- Guh nedan peymanên Astanayê û mitabaqata Soçiyê

Bajarê Îdlibê ya ku dikeve bakurê rojavayê Suriyeyê, ji destpêka şerê navxweyî pê va weke keleha mixalifan û komên çekdar ên dijî rejimê ne ye. Bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.

Türkiye, Rusya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlib, û hin hemêrên bajarên Lazqiye, Hema û Helebê, bakurê Humsê, Xuteya Rojhilat a li Şamê, bajarên Dera û Quneytrayê di serî da 4 herêm wek "Herêma Kêmkêkirina Rageşiyê" îlan kiribûn.

Lê rejimê û terorîstên Îran piştgiriyê dide wan ji van 4 herêman ji bilî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya Rusyayê va bi dest xistin. Bi sed hezaran sivîlên ji êrîşan reviyan xwe sipartin sînorên Türkiyeyê.

Di navbera Türkiye û Rusyayê da di 17ê îlona 2018an da peymanek hatibû îmzekirin. Ji wê demê vir va jî êrîş dewam dikin. Di êrîşan da heta niha ji hezar û 600î zêdetir sivîl hatin kuştin. Ji cihên ku êrîş lê zêde ne di nav 2019an da ji milyonek û 300 hezarî zêdetir sivîlan koçî xeta sînorê Suriye û Türkiyeyê kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE