Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand, li İdlibê di topebarandina hêzên rejimê da 5 esker şehîd ketin, 5 esker birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya ku ji WPNyê hat dayîn, ji bo ku li İdlibê pêşî li pevçûnan were girtin, ewlehiya hidûd were sazkirin, pêşî li ber koç û drama mirovahiyê were girtin, ji herêmê ra wek teqwiye esker hatin şandin û hêzên rejimê bê navber top avêtin wan.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Di topebarandina bênavber da 5 hevalên me yên qehreman ên sîlahê şehîd ketine, 5 hevalên me birîndar bûne. Li herêmê hedef hatin tesbîtkirin û demildest hatin gulebarankirin û bersiv hat dayîn, hedef hatin xerabkirin û xûna şehîdên me li erdê nehat hiştin, wê neyê hiştin. Geşedan ji nêz va tên şopandin û tevdîrên hewcedar tên hildan.
Xwedê rehma xwe li şehîdên me yên ezîz bike ku em pir xemgîn bûn, serê malbata wan, Artêşa Türkiyeyê û miletê me sax be û Xwedê sebrê bide, Xwedê şifayê ji birîndaran ra bişîne."
AA