Li İdlibê çekên giran hatin derxistin

Eskerên muxalif û hêzên dijî rejimê yên li Îdlibê di çarçoveya lihevkirina Tirkiye-Rûsyayê da çekên giran ji xeta eniyê derxistin, ev kar temam bû.

Li İdlibê çekên giran hatin derxistin

çekkirina xetên eniya li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê ya ku di çarçoveya lihevkirina Soçiyê ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê da pêk hatibû, temam bû.

Li gor nûçegîhanên AAyê yên li Îdlibê eskerên muxalif û hêzên dijî rejimê yên li Îdlibê di çarçoveya lihevkirina Tirkiye-Rûsyayê da çekên xwe yên giran ji xeta eniyê derxistin û ev kar temam bû.

Di vê çarçoveyê da komên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê û komên biçek ên dijî rejimê çekên giran ên ku ji topên hewanê, palên Gradê û palên moşekên xwedî menzîleke navîn pêk tên ji xeta eniya hemberî hêzên rejima Beşşar Esed bi cih kiribûn, kişandin.

Nûçegîhanên AAyê yên li Îdlibê ji esman wêne û dîmenên van çekên giran kişandin.

- Lihevkirina Soçiyê

SerokRecep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn di 17ê îlonê da li Soçiya bajarê Rûsyayê ji bo parastina agirbestê û xurtkirina wê hevdîtinek kiribûn û mutabaqatek çêbibû.

Di çarçoveya lihevkirinê da biryar hatibû dayîn ku wê heta 15ê Cotmehê li ser xeteke di navbera 15 û 20 kîlometreyî da herêmeke bêçek bê avakirin û ev xet ji hêla rêvebirên Tirk û Ûris va bê kontrolkirin.

Lê divê muxalifên eskerî, koma dijî rejimê Heyeta Tahrîr Şamê, eskerên rejimê û alîgirên wê, komên terorîst ên biyanî çekên xwe yên giran ji herêmê derxin. Aliyên ku çekên giran va ji herêmê derketin wê sînorên bi xwe kontrol dikin dîsa xwe kontrol bikin. Welatên garantor Tirkiye û Rûsya wê li herêma bêçek a ku ew jê berpirsyar in wê bikordîne dewriyeyan biavêjin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE