Li Sûriyeyê xebatkarên tenduristiyê yên li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" ya li Idlibê êrîşên asîmanî yên rejima Esed û piştevanên wê yên li dijî nexweşxane û navendên tenduristiyê protesto kirin.
Textor li berderê Rêveberiya tenduristiyê ya li navenda bajarê Idlibê û herwiha li ber derê Nexweşxaneya Atmeyê ya li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê civiyan.
Herî kêm 500 textor, hemşîre û ajovanên ambûlansan ku li navenda bajarê Idlibê, herêma Haremê û li herêmên derdorê dixebitin beşdarî çalakiyê bûn.
Xwepêşandêran pankartên ku bi Erebî, Ingilîzî û Rûsî li ser wan weke "Ekîbên tenduristiyê hedef nîn in", "Hedefa balafirên we em nîn in", "Terorîst textoran dikujin, nexweşxaneyan têk didin" û "Parastina me di bi berpirsyariya we de ye" nivîsandîbûn hilgaftin."