Li İngiltereyê hat xwestin der barê Sîsî da bila biryara girtinê bê dayîn

Ji polêsên Londrayê hat xwestin bila mirina Serokkomarê Mısırê Mihemed Mursî û îşkenceyên li wî hatin kirin bên lêpirsîn

Li İngiltereyê hat xwestin der barê Sîsî da bila biryara girtinê bê dayîn

Li İngiltereyê hat xwestin der barê Abdulfettah es Sîsî yê bi darbeyê va Mihemed Mursiyê Serokkomarê Mısırê yê cara ewil bi hilbijartinê va hatibû hilbijartin ji wezîfeyê dûr xist û di mirina wî da tiliya wî heye da bila biryara girtinê bê dayîn.

Odeyên Edaletê ya Navneteweyî ya ku navenda wê li Londraya paytextê İngiltereyê ye (Guernica 37) ji Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Polêsên Londrayê xwest der barê Sisiyê ku wê bê İngiltereyê da ji ber îşkenceyên dewleta Mısırê da lêpirsîn bê destpêkirin.

Di daxuyaniya Guernîca 37an da hat gotin li ser daxwaza Konseya Şoreşa Misirê ev gav hatiye avêtin.

Hat gotin Mirina Mursî û îşkenceyên beriya ku bimre lê hatine kirin bila bên lêpirsîn.

Hat destnîşankirin ne mumkin e ku haya Sîsî ji van îşkenceyan tune be û ji ber vê divê ew bê girtin.

Sîsî ji bo beşdarî Civîna Veberhênanê ya İngiltere û Afrikayê bibe wê bê Londrayê.

Guernîca 37yê beriya vê jî ji Neteweyên Yekbûyî xwestibû der barê mirina Mursî da bila lêpirsîneke serbixwe bê kirin.

- Mirina Mursî

Li Misrê di 2012an da Serokomar Mihemed Mursî cara ewil bi hilbijartinên demokratîk va hatibû hilbijartin.

Mursî qasî salekî serokomarî kiribû, lê paşê bi serokatiya Sîsî va derbeya eskerî hatibû kirin û ew ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û ew avêtibûn hepsê.

Di 17ê hezîrana 2019an da Mursî li salona mehkemeyê miribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Çile 2020, 16:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE