Li Irakê 5 hezar û 700 Êzidî 6 sal şûnda vegeriyan Şengalê

5 hezar û 700 Ezidiyên ku 6 sal berê ji cî û warên xwe bûbûn, vegeriyan malên xwe.

Li Irakê 5 hezar û 700 Êzidî 6 sal şûnda vegeriyan Şengalê

Li Irakê ji ber êrîşên DEAŞa rêxistina terorê 5 hezar û 700 Ezidiyên ku 6 sal berê ji cî û warên xwe bûbûn, vegeriyan malên xwe yên li Şengala navçeya Mûsilê.

Wezîrê Koç û Koçberan Îvan Faîq daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, 5 hezar û 700 Êzidiyên ku heya niha li Duhokê di kampan da diman bi kordînasyona hêzên asayîşê li malên wan ên Şingalê hatin bicihkirin.

DEAŞê di 3yê tebaxa 2014an da êrîşî Şengalê kir û bi hezaran jin û zarokên Ezidî revandin, mêrên wan jî kuştibûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE