Kongre li Salona Konferansê ya Saad Ebdullah hat lidarxistin û 900 delege beşdarî kongreyê bûn. Ji bo sekreteriya giştî ya partiyê sekreterê giştî Salahaddîn Bahaddîn û Ebûbekir Karwaniyê ku di kongreya borî da bûbû namzed ketin hilbijartinê.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê hilda, Bahaddîn 546 rey hilda û cardin bû sekreterê giştî.
Rêjeya beşdariyê ya jinan nêzî ji sedî 23yan e. Sibê wê endamên lijneya çavdêriyê ya ku ji 5 kesan pêk tê were hilbijartin û ji bo rêziknameya navxweyî ya partiyê ku ji 28 bendan pêk tê jî dengdayîn wê were kirin.
Li Irakê Yekgirtû bi nêzîkbûna Teşkîlata Birayên Misilman va tê zanîn û partiyê kongreya xwe ya ewil di sala 1994an da kiribû.
Yekgirtûyê li Irakê di hilbijartina giştî ya gulana 2018an da 2 parlamenter şandibû parlamentoyê, di hilbijartina herêmî ya Herêma Kurdistana Iraqê ya îlona 2018an da jî 5 partlamenter şandibûn meclisê.
Yekgirtûyê li herêma Kurdistanê di hikûmeta koalîsyonê ya ku di tîrmehê da ava bû da cih negirt û mixalefetê dike.
AA