Li Irakê derxistina neftê ji ber xwepêşandinan sekinî

Xwepêşandêran li bajarê Nasiriyeya ber bîreke neftê civiyan û rêyên mezin ên li herêmê ji çûyîn û hatina wesayîtan ra girtin ku kes nêzî bîrê nebe

Li Irakê derxistina neftê ji ber xwepêşandinan sekinî

Wezareta Neftê ya Irakê daxuyand, ji ber xwepşandinên dijî hikûmetê ji bîreke neftê ya li başûrê welêt derxistina neftê ji bo demeke berwext sekinî.

Berdevkê Wezareta Neftê Asim Cîhad daxuyaniya nivîskî weşand û diyar kir, li bajarê Nasiriyeyê komek xwepêşandêran li ber bîreke neftê çalakî kir û nehiştin xebatkar dest bi kar bikin û derxistina neftê ji bo demekê sekinî.

Cîhad diyar kir, xwepêşandêran bi "daxwaza tayînkirinê" xwepêşandin kir û ji bîra ku nehiştin neft jêwere derxistin rojê nîvendî 80 hezar warîl nefta xam tê derxistin.

Li Nasiriyyeya ku dikeve başûrê welêt, ji ber ku derxistina neftê sekinî, kêmasî çêbû û Cîhad li ser vê kêmasiyê jî sekinî û got ku wê ji bîrên Besrayê teqwiye were kirin.

Li Irakê ji destpêka xwepêşandinên ku ji 1ê cotmehê pê va dest pê kirin vir va cara ewil daxuyaniyeke fermî hat dayîn ku derxistina neftê sekinî. Ji sedî 90ê dahata welêt li ser neftê ye.

Xwepêşandêrên dijî hikûmetê duh li Nasiriyeya navenda wilayeta Zîqarê ber bîreke neftê civiyabûn. Xwepêşandêran rêyên mezin ên li herêmê ji çûyîn û hatina wesayîtan ra girtibûn.

- Xwepêşandinên li Irakê

Li gor daxuyaniya ku Komîseriya Mafên Mirovan a Serbixwe ya Bilind a Irakê di 4ê berfanbarê de da, bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên qamûyê li welêt bûn sedema xwepêşandinên mezin. Di van xwepêşandinên ku ji 1ê cotmehê pê va dest pê kirin da heta niha 460 kes hatin kuştin, 19 hezar kes birîndar bûn.

Di xwepêşandinan da 2 hezar û 700 xwepêşandêr hatin girtin û berdan, 107 xwepêşandêr jî hê girtî ne.

Serokwezîrê Irakê Adil Ebdulmehdî ji ber xwepêşandinên dijî hikûmetê di 29ê mijdarê da mecbûr mabû û îstifa kiribû.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE