Li Irakê di Eyda Qurbanê da derketina derva qedexe ye

Li Irakê di Eyda Qurbanê da derketina derva qedexe ye

Li Irakê di Eyda Qurbanê da ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) derketina derva wê qedexe be.

Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristiyê Riyad Ebdulemir wiha daxuyand: "Maseya qeyranê daxwaza Wezareta Tenduristiyê ya ku dibêje di Eyda Qurbanê da derketina derva bê qedexekirin pesend kir."

Ebdulemir got di rojên dawîn da li welêt hejmara kesên şewbê ketine zêde dibe, lê nexweşên baş dibin jî dîsa wek wê zêde dibe.

Ebdulemir anî ziman heke welatî guh bidin qaydeyên tenduristiyê hejmara pêketiyan jî wê kêm bibe.

Piştî Eyda Qurbanê qedexeya derketina derva wê dawî bibe.

Li welêt heta niha 3 hezar û 950 kes ji ber vîrusa koronayê mirin, 97 hezar û 159 kes jî vîrusê ketin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE