Li Irakê Mihemed Tewfîq Ellawî ji wezîfeya avakirina hikûmetê vekişiya

Li Irakê Mihemed Tewfîq Ellawiyê ku avakirina hikûmetê pê hatibû spartin, daxuyand ku ew ji vê wezîfeyê vekişiya.

Li Irakê Mihemed Tewfîq Ellawî ji wezîfeya avakirina hikûmetê vekişiya

Li Irakê Mihemed Tewfîq Ellawiyê ku avakirina hikûmetê pê hatibû spartin, daxuyand ku ew ji vê wezîfevekişiya.

Ellawî daxuyanî da kanala têlevîzyonê ya fermî û diyar kir ku wî xwest ji kesên serbixwe hikûmetê ava bike û di vê pêvajoyê da partiyên siyasî zext dane ser wî û wiha dewam kir: "Heke min çok li ber van koman veda, ez niha serokwezîrê Irakê bûm. Digel van hemû yekan, ji bo ku ez welêt ji vê nediyariyê xelas bikim, min hewl da. Lêbelê di pêvajoya mizakereyê da ez rastî gelek rewşên ku seba berjewendiya welêt xizmetê nakin, hatim û min şok derbas kir."

Ellawî bi bîr xist ku li Meclisê dengdayîna pêbaweriya hikûmetê du caran hat taloqkirin û bangî Serokkomar Berhem Salih kir û wiha got: "Ez ji miqamê we ra radigihînim ku ji wezîfeya avakirina hikûmetê vekişiyam."

Ellawî bangî xwepêşandêran jî kir û got ku seba bidestxistina mafên xwe, protestoyên xwe bidomînin.

- Serokkomar wê wezîfeyê bide kesekî din

Piştî daxuyaniya Ellawî Serokkomar Berhem Salih daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, li gor rayeya ku qanûna bingehîn dide, ew ê bi komên siyasî bişêwire û wezîfeya avakirina hikûmetê di nav 15 rojan da bide namzedekî din.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2020, 14:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE