Li Irakê Serokkomar û Serokê Meclisê hatin protestokirin

Xwepêşanderan Serokê Meclisê Halbûşî û Serokkomar Salihê ku ji bo damezrandina hikûmeta nû teklif li tu namzetî nekir, protesto kirin

Li Irakê Serokkomar û Serokê Meclisê hatin protestokirin

Xwepêşanderên li Bexdaya paytextê Iraqê piştî îstifakirina Serokwezîrê berê Adil Ebdulmehdî ji ber ku hikûmeta nû hêj nehatiye eşkerekirin Serokomarê Irakê Berhem Salih û Serokê Meclisa Iraqê Mihemed el-Halbûsî protesto kirin.

Çalakvanên li Meydana Tehrîrê kom bûbûn ji ber ku Serokomar Salih bo damezrandina hikûmeta nû pêşniyazek ji namzedên hatine kifşkirin ra nebiriye bertek nîşan dan û bi protestoyê va ew tevlî Serokê Meclisê Halbûsî rexne kirin.

Li gor dîmenên ji ser medyaya civakî hatin parvekirin çalakvanên li Bexdayê di drûşmeyên xwe da her tim dibêjin "Berhem û Halbûsî dor hatiye we" vê hevokê berz dikin.

Li gor destûra bingehîn a Iraqê Serokkomar ji bo damezrandina hikûmetê divê di nav 15 rojan da wezîfeyê bide namzedekî. Lê ev qewl îşev di saet 24.00î da diqede.

Namzedê ku Salih ji bo damezrandina hikûmetê erk dayê divê ji hêla meclisê va jî bê pesendkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2019, 18:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE