Li Irakê xwepêşandêr Ellawî qebûl nakin

Li Irakê xwepêşandêran ragihand ku Mihemed Tewfîq Ellawiyê ku Serokkomar Berhem Salih ew ji bo avakirina hikûmetê peywirdar kir qebûl nakin.

Li Irakê xwepêşandêr Ellawî qebûl nakin

Xwepêşandêrên li Meydana Tahrirê ya li navenda Bağdatê dijî peywirdarkirinê dirûşmeya "Ellawî nayê qebûlkirin" berz kirin.

Dîmenên ji qadên xwepêşandanê yên li bajarên başûr ên welêt ên ku tê da dirûşmeyên dijî Ellawî tên berzkirin hene ji ser çapemeniya civakî hatin parvekirin.

Li Irakê Adil Ebdulmehdî ji ber xwepêşandanên dijî hikûmetê yên ku cotmehê da dest pê kirin mecbûr mabû ku di 29ê sermawezê da îstifa bike. Parlementoya Irakê di 1ê kanûna pêşîn da îstifaya Ebdulmehdî qebûl kirbû.

Serokkomar Salih îro peywira avakirina hikûmetê dabû Mihemed Tewfîq Ellawiyê Wezîrê Ragihandinê yê berê.

Divê Ellawî di nav mehekî da kabîneyê ava bike û ji parlementoyê dengê pêbaweriyê hilde.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE