Li Irakê xwepêşandêran rê girtin

Li Irakê li bajarên Kerbela û Zîkarê û herwiha paytext Bağdatê aloziya di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşandêran da dewam dike.

Li Irakê xwepêşandêran rê girtin

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyekî ji ewlekariya Kerbelayê hat wergirtin, li navenda bajarê Kerbelayê di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşandêran da pevçûn derket.

Hêzên ewlekariyê ji bo ku xwepêşandêr belav bibin, xaza rondikrêj emiland, li ser vê yekê jî xwepêşandêran bi keviran va bersiv dan.

Li Bağdatê jî komên xwepêşandêr bi molotofkokteylan va êrîşî hêzên ewlekariyê kirin.

Dîsa li bajarê Necefê jî xwepêşandêran rêya têketina balafirgehê girt. Ji hêza ewlekariya bajêr Tegmen Semih el-Hilal di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku xwepêşandêran li ser rêya têketina balafirgehê lastîk şewitand.

Herwiha li başûrê welêt rêya ku bajarê Zîkarê bi paytext Bağdatê girê dide, ji aliyê xwepêşandêran hat girtin.

Xwepêşandêr li Meydana Tayarana paytex Bexdayê ya nêzîkî Meydana Tehrîhê kom bûn, lastîkên wesayîtan şewitandin û rê ji çûyîn û hatinê ra girtin. Hêzên ewlehiyê bi xaza rondikrêj va mudaxaleya xwepêşanêran kir.

Ji bilî Bexdayê li bajarên Necef, Kerbela, Vasit û Nasiriyeyê jî xwepêşandêrên dijî hikûmetê lastîkên wesayîtan şewitandin û rê ji trafîkê ra girtin.

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Çile 2020, 16:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE