Li İranê ji bo 7 Kurdên Sunnî cezayê îdamê

Li eyaleta Azerbeycana Rojava ji ber sûcê kuştina melayekî cezayê îdamê dan 7 Kurdên Sunnî û Dîwana Payebilind a İranê cezayê wan pesend kir.

Li İranê ji bo 7 Kurdên Sunnî cezayê îdamê

Li eyaleta Azerbeycana Rojava ji ber sûcê kuştina melayekî cezaîdamê dan 7 Kurdên Sunnî û Dîwana Payebilind a Îranê cezayê wan pesend kir.

Li gor Ajansa Aktivîstên Mafên Mirovan (HRANA) di 2008an da li Mehabada bajarê eyaleta Azerbeycana Rojava ji ber sûcê kuştina Ebdurrehîm Tînayê Melayê Mizgefta Xulefayê Raşidîn cezayê îdamê da 7 Kurdên Sunnî û Dîwana Payebilind cezayê wan pesend kir.

Darizandin nêzî 10 salan e dewam dike û Enver Huzurî, Kamûran Şêxe, Ferhad Selîmî, Qasim Abeste, Xusrev Beşaret, Eyyûb Kerîmî û Davut Ebdullahî li bajarê Kerecê di Girtîgeha Recaiyê da girtî ne. Biryara wan a îdamê di 3yê sibatê roja duşemê ji parêzerê wan ra hat gotin.

Ebdurrehîm Tînayê Meleyê Mizgefta Xulefayê Raşidîn di 28ê îlona 2008an da hatibû kuştin.

7 bersûcên ku cezayê îdamê dan wan, ji 7ê mijdara 2009an vir va dihatin darizandin. Dîwana Payebilind berî niha biryara îdama ku dabûn van betal kiribû û biryar dabû ku dîsa werin darizandin.

Li gor îdiaya bersûcan ew bûn qurbaniyên komploya îstixbarata Mihafizên Şoreşê yên bajarên Urmiye û Mehabadê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE