Li Îranê bi dehan ajan hatin girtin

Wezîrê Îstixbaratê yê Îranê Mehmûd Elewî diyar kir ku di saziyên dewletê da bi dehan ajanên li ser navê dewletên biyanî dixebitîn, hatin girtin

Li Îranê bi dehan ajan hatin girtin

Wezîrê Îstixbaratê yê Îranê Mehmûd Elewî diyar kir ku di saziyên dewletê da bi dehan ajanên li ser navê dewletên biyanî dixebitîn, hatin girtin.

Wezîrê Îstixbaratê yê Îranê Elewî beşdarî bernameyeke têlevizyona dewletê bû û di mijara ewlehiya neteweyî da agahî da.

Elewî diyar kir ku bi dehan ajanên di saziyên dewletê da cih digirtin û li ser navê welatên biyanî kar û bar dikirin hatin girtin û der heqê kesên girtî da ku ji bo kîjan welatî xebitîne û çi çaxê hatine girtin da tu agahî jî neda.

Di berdewamiya axaftina xwe da Elewî destnîşan kir ku endamekî kabîneya welatekî neyar jî li ser navê Îranê sîxuriyê dike lê negot ku ew wezîrê kîjan welatî ye û kî ye. Wisa tê texmînkirin ku ew qala Wezîrê Vejenê yê berê yê Îsraîlê Gonen Segev e ku ji ber sûcê cesûsiya ji Îranê ra hatibû girtin, dike.

Elewî got ku di saziyên dewletê da ew karmendên payebilind ên xwedî cot welatîtiyê bûn jî hatin tespîtkirin û ji kar hatin avêtin.

Li Îranê kesên ew xwedî cot welatîbûnê ne berevajiyê gelek welatên din di saziyên dewletê da nadin xebitandin.

 


AA

Dîroka nûkirinê: 29 Tebax 2018, 15:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE