Li Îranê Hêza Milîs wê piyaseyê kontrol bike

Alîkarê Wezîrê Sanayî, Maden Bazirganiyê yê Îranê Mehmûd Newabî diyar kir ku Besîça Hêza Milîs a Îranê wê piyaseyê kontrol bike.

Li Îranê Hêza Milîs wê piyaseyê kontrol bike

Alîkarê Wezîrê Sanayî, Maden Bazirganiyê yê Îranê Mehmûd Newabî diyar kir ku Besîça Hêza Milîs a Îranê wê piyaseyê kontrol bike.

Li gor IRNAya ajansa fermî ya Îranê Newabî diyar kir ku di navbera Besîç û Wezareta Sanayî, Maden Bazirganiyê yê Îranê da peyman hat îmzekirin û li gor peymanê Besîç wê ji bo têkoşîna spekulasyon û stoqkariya piyaseyê çavdêriyê bike.

Newabî diyar kir, Besîç wê piyaseyê kontrol bike û aramanca wan bi vê yekê ew e ku pêşî li ber qaçaxcîtiyê were girtin.

Besîça Hêzê Milîs di sala 1979an da ji aliyê serokê şoreşa Îranê Ayetullah Xumeynî va hat avakirin û bineşaxa Mihafizên Şoreşê ye. Ji ber ku unîfromayeke wan a taybet tuneye li welêt bi leqaba "cilsivîl" tên nasîn. Endamên Besîçê midaxaleyî bûyerên sikakan dikin û tevlî midaxaleyên çekdar ên li derveyî welat jî dibin.

 


AA

Dîroka nûkirinê: 02 îlon 2018, 17:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE