Li Iraqê 15 terorîstên DEAŞî hatin kuştin

Li Iraqê di operasyona hêzên ewlekariyê da 15 endamên rêxistina terorê DEAŞê hatin kuştin.

Li Iraqê 15 terorîstên DEAŞî hatin kuştin

 Li parêzgeha Selahedînê ya Iraqê di operasyona hêzên ewlekariyê da 15 endamên rêxistina terorê DEAŞê hatin kuştin.

Polêsê Serheng Numan el-Cubûrî ku li Ewlekariya Selahedînê peywirdar e, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku di operasyona ku bi beşdariya hêza asîmanî li bakurê bajêr hat lidarxistin da terorîstên DEAŞî û hêzên ewlekariyê bi hev çûn.

Cubûrî ragihand ku di pevçûnê da 15 terorîst hatin kuştin, 9 jê jî hatin girtin.

Hêzên Iraqî berfanbara 2017an ragihandibûn ku Mûsil di serî da wan hemû deverên di destê DEAŞê da rizgar kirin. Lêbelê endamên DEAŞê li deverên çol û çiyayî yên parêzgehên wekî Enbar, Diyala, Kerkûk, Selahedîn û Mûsilê hebûna xwe didomînin û li dijî hêzên ewlekariyê û sivîlan çalakiyan dikin.

AA

Dîroka nûkirinê: 10 îlon 2019, 16:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE