Li Iraqê 2 hezar û 626 xwepêşandêr hatin berdan

Meclisa Darazê ya Bilind a Iraqê daxuyand ku 2 hezar û 626 xwepêşandêrên ku li welêt di xwepêşandinên aştiyane da hatin binçavkirin, hatin berdan.

Li Iraqê 2 hezar û 626 xwepêşandêr hatin berdan

Meclisa Darazê ya Bilind a Iraqê daxuyand ku 2 hezar û 626 xwepêşandêrên ku li welêt di xwepêşandinên aştiyane da hatin binçavkirin, hatin berdan.

Li gor daxuyaniya navenda çapemeniyê ya Meclisa Darazê ya Bilind a Iraqê, jimara xwepêşandêrên ku di xwepêşandanan da hatibûn binçavkirin û hatin berdan 2 hezar û 626 kes in.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku heyeteke girêdayî meclisê dosyeya xwepêşandêran dişopîne, ji van dosyeyan der heqê 181 kesên ku tên sûcdarkirin da lêpirsîn dewam dike.

Li gor daxuyaniya ku Komîseriya Mafên Mirovan a Serbixwe û Payebilind a Iraqê di 4ê berfanbarê da da, li welêt ji 1ê cotmehê heta niha di protestoyên bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên qamûyê da herî kêm 460 kes hatin kuştin, 19 hezar kes birîndar bûn.

Di serî da paytext Bexda li aliyên naverast û başûr ên welêt xwepêşandin dewam dikin û bertek nîşanî nifûza Îranê ya li ser welêt jî didin.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ji ber xwepêşandinên dijî hikûmetê mecbûr mabû û di 29ê mijdarê da îstifa kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Kanûn 2019, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE