Li Iraqê 200 malbat hatin texliyekirin

Li Besraya wîlayeta Iraqê 200 malbatên ava şiliyê dabû ser malên wan şandin herêmên ewle

Li Iraqê 200 malbat hatin texliyekirin

Li Besraya wîlayeta Iraqê 200 malbaztên ava şiliyê dabû ser malên wan şandin herêmên ewle.

Serpel Mihemed Xelefê wezîfedarê Fermandariya Operasyonên Hevpar a Besrayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ekîbên parastina sivîlan 200 malbatên li Salihiyeya herêma Besrayê avê dabû ser malên wan texliyeyê herêmên ewle kirin.

Xelef diyar kir ku malbatên ji lehiyê zirar dîtin di konan da bi cî kirin.

Welîd Miyahiyê Midûrê Navçeya bajaroka Şatil Ereb a navçeya Besrayê diyar kir ku ji ber ava ji hezega Hewizeyê kişiya benda ax xira bû.

Mihayî beşdarî bernameya têlevîzyonê bû û got ku benda ax ev cara duyan e ji heman ciyî diqete lêbelê agahî neda ku gelo tiştek bi zeviyan hat an nehat.

Hîva Sor a Iraqê roja sêşemê di daxuyaniya xwe da destnîşan kiribû ku hejmara malbatên ji ber şilî û lehiya li bakurî başûr û rojhilatê welêt zirar dîtin gihîşte 4 hezar û 751ê.

Rêveberiya Bexdayê di serê nîsanê ji bo lehiyê hişyarî dabû gelê wîlayetên Bexda, Diyala, Mûsil û Wasîta ku li rexê Çemê Dîcleyê ne.

Li herêmên bakurê Iraqê ji ber baran gur bendav tijî bibûn û bi salan şûn da mecbûrî hin deriyên bendavan vekiribûn.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE