Li Iraqê 40 hezar donim eraziyê çandiniyê di bin avê da ma

Hadî el-Malikiyê Serokê Yekîtiya Cotkaran civîna çapemeniyê li dar xist û got ku li herêma Kurnayê ya wilayeta Besrayê du golên avê qetiyan.

Li Iraqê 40 hezar donim eraziyê çandiniyê di bin avê da ma

Li wilayeta Besrayê ku dikeve başûrê Iraqê ji bo ku avê golî bikin li du ciyan pêşiya avê bi axê hat girtin û ji ber ku demek e baran pir dibare, gol qetiya û 40 hezar donim eraziyê çandiniyê di bin avê da ma.

Hadî el-Malikiyê Serokê Yekîtiya Cotkaran civîna çapemeniyê li dar xist û got ku li herêma Kurnayê ya wilayeta Besrayê du golên avê qetiyan. 

Malikî diyar kir, gol piştî baraneke ku çend roj in dibare û lehiyê qetiya, 40 hezar donim eraziyê çandiniyê di bin avê da ma.

Malikî wekî din agahî neda ku di bûyerê da ktiştek bi kesî hat an jî ziyan çi qas çêbû.

Li eraziyê ku bin avê da ma genim û ceh dihat çandin.

Li Iraqê ji mijdara derbasbûyî vir va baran dibare û di lehiyan da bi dehan kes xeniqîn.

Miqamên Iraqî gotibûn ku ava bendavan li gor salên borî pir zêde bûye, ji ber kêmasiya binesaziyê ew mecbûr man û wan kapaxên bendavê vekirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE