Li Iraqê çalakiyên bêîtaetiya sivîl

Li Bexdaya paytextê Iraqê xwepêşandêrên dijî hikûmetê gelek rê girtin û çalakiya bêîtaetiya sivîl da destpêkirin

Li Iraqê çalakiyên bêîtaetiya sivîl

Li Bexdaya paytextê Iraqê xwepêşandêrên dijî hikûmetê gelek rê girtin û çalakiya bêîtaetiya sivîl da destpêkirin.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat hildan, li aliyê Rîsafaya Bexdayê xwepêşandêran herêma Sedrê û gelek deverên wê rê girtin û dest bi bêîtaetiya sivîl kir. Xwepêşandêran agir berdan lastîkan û hin pire jî girtin.

Li aliyê Kerxê yê paytextê jî heman çalakî dan destpêkirin û hat dîtin ku li hin deveran agir berdane lastîkan.

Duh êvarê li herêma Sedr komek xwepêşandêran bangî gel kiribû ku beşdarî çalakiya bêîtaetiya sivîl bibin.

Hat gotin ku li wilayetên Wasit û Nasiriyeya ku dikevin başûrê welêt jî komek xwepêşandêr bi wesayîtên xwe yên şexsî rêyên sereke girtin û beşdarî çalakiyê bûn.

- Xwepêşandanên li Iraqê

Iraqî ji bo protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên kamuyê li cihên cuda yên welêt xwepêşandanan li dar dixe. Xwepêşandêran ji ber merasimên Erbaînê navber dan xwepêşandanên ku di 1ê cotmehê da dest pê kirin û roja înê dîsa dest bi xwepêşandanan kir.

Di serî da paytext Bexda xwepêşandan li aliyên navîn û başûr ên welêt jî belav bûn û ji serê cotmehê vir va di xwepêşandanan da kêm zêde 200 kes hatin kuştin û nêzî 8 hezar kes jî birîndar bûn.

Neteweyên Yekbûyî jî eşkere kiribû ku di xwepêşandanan da 229 xwepêşandêr hatin kuştin.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE