Li Iraqê çalakvanan rêya bîra petrolê ya girîng birî

Çalakvanan duh li Besrayê hemû rêyên diçin Bendera Um Qesrê ya ji bo îtxalat û îxracata welêt girîng e ji çûyîn û hatinê ra girtibûn.

Li Iraqê çalakvanan rêya bîra petrolê ya girîng birî

Çalakvanên li dijî hikûmeta Iraqê protestoyan li dar dixin rêya diçe bîra petrolê ya herî girîng a welêt girt.

Li gor INAya ajansa xeberan a fermî ya Iraqê, çalakvanên dixwazin ji wan a kar were dîtin li pêşiya deriyên Bîra Petrolê ya Mecnun a li Besrayê ya li ser rêya diçe bîrên petrolê yên dewlemend çalakî li dar xistin.

Çalakvanên li Bendera Um Qesrê û Pîra Petrolê ya Mecnun kar dixwazin hemû rêyên diçin bîra petrolê ji çûyîn û hatinê ra girtin, destûr nedan ku tankerên petrola xam dikişînin derbas bibin.

Çalakvanan duh li Besrayê hemû rêyên diçin Bendera Um Qesrê ya ji bo îtxalat û îxracata welêt girîng e ji çûyîn û hatinê ra girtibûn.

Li gor daneyên Wezareta Petrolê di rojê da ji Mecnunê 240 hezar warêl petrola xam tê derxistin. Iraq di rojê da kêmzêde 3 milyon û 500 hezar warêl petrola xam îxrac dike.

Li Iraqê çalakiyên ji ber bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên dewletê di 1ê cotmehê da dest pê kiribûn hê dewam dikin. Hetanî nika 319 kes hatin kuştin û ji 15 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE