Li Iraqê civîna hilbijartina Serokomar hat taloqkirin

Serokê Meclisa Iraqê Mihemed Helbûsî hilbijartina serokomarê nû ji ber hejmara parlementerên hewce dikir bi cî nehat tolaq kir ku 30yê Adarê were kirin.

Li Iraqê civîna hilbijartina Serokomar hat taloqkirin

Li Meclisa Iraqê civîna hilbijartina serokomar ji ber beşdarbûna kêm parlementeran 4 roj bi şûnda hat avêtin.

Serokê Meclisa Iraqê Mihemed Helbûsî hilbijartina serokomarê nû ji ber hejmara parlementerên hewce dikir bi cî nehat tolaq kir ku 30yê Adarê were kirin.

Li Meclisa Iraqê ya 329 parlementer tê da ne ji bo hilbijartina serokomar raya 220 parlementerî hewce dike.

"Tifaqa Rizgarkirina Welêt" ya ji Koma Sedr, Koalîsyona Serdestiyê ya Sûnî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêk tê ji bo serokomariya Iraqê Wezîrê Karên Navxweyî yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Rêber Ehmed namzed nîşan dabûn.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî wek namzed Serokomarê Iraqê yê niha Berhem Salih nîşan da û komên Şiî yên nêzî Îranê jî piştevaniya Salih dikin. YNKyê rûniştina li meclisê ya îro boykot kir.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE