Li Iraqê dadgehê namzediya serokomariyê ya Zêbariyê PDKyî rawestand

Dadgeha Bilind a Federal encama serîlêdana parlamenterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya ku Zêbarî nikare bibe namzedê serokomariyê, eşkere kir.

Li Iraqê dadgehê namzediya serokomariyê ya Zêbariyê PDKyî rawestand

 Li Iraqê Dadgeha Bilind a Federal, biryar da ku namzediya serokomariyê ya Xoşyar Zêbariyê namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi awayekî berwext rawestîne.

Dadgeha Bilind a Federal encama serîlêdana parlamenterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya ku Zêbarî nikare bibe namzedê serokomariyê, eşkere kir.

Di biryara dadgehê da hat ragihandin, ji bo namzediya serokomariyê Zêbarî ne xwedî "îtibareke baş" e.

Di biryarê da hat bibîrxistin, Zêbarî sala 2016an ji ber gendeliya darayî û îdarî ji peywira Wezareta Darayiyê hat dûrxistin, sedema rawestandina berwext a namzediya wî ya serokomariyê jî ev e.

Her wisa hat diyarkirin, namzedê PDKyê gava li ser peywira Wezareta Karên Derva bû jî der heqê wî da doz hatin vekirin, lê ew bi xwe beşdarî danîşan nebû.

Meclisa Iraqê ji bo hilbijartina serokomar dê sibê bicive.

Serokomar ji Kurdan tê hilbijartin

Li Iraqê li gorî pergala siyasî ya ku piştî dagiriya Amerîkayê ya sala 2003yan hat avakirin, serokomar ji Kurdan tê hilbijartin.

Li welêt ji herdu partiyên mezin ên Kurdan, PDKê Wezîrê berê yê Karên Derva û Darayiyê Xoşyar Zêbarî, YNKyê jî Serokomarê niha Berhem Salih wekî namzed nîşan dabûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE