Li Iraqê daxwaza ji bo qalibên cemedê

Ji bo ku li bajêr ceyran kêm e gel qalibên cemedê dikire...

Li Iraqê daxwaza ji bo qalibên cemedê

Iraqê mehên havînê daxwaza ji bo qalibên cemedê zêde dibe. Li herêmê ji ber ku hilberîna ceyranê kêm e û germahî heya 50 pileyan derdikeve welatî qalibên cemedê dikirin.

Ewil bi tonan av tê berdan qaliban. Piştî qalib tijî dibin jî ji bo bicemidin tên xistin mahzenan.

Av di demeke kurt de dicemide û qalibên cemedê tên tên firotin.

Li herêmê hilberîna ceyranê kêm e. Germahiya hewayê di mehên havînê de heya 50 pileyan zêde dibe.

Ceyran kêm e û gelek caran jî diçe. Ji bo ku klîma jî di van mehan de tîna hewaya germ naşkîne gel berê xwe dide qalibên cemedê.

Her kargehek rojê hezar û 500 qalibên cemedê çêdike. Qalibên cemedê ji avê erzantir in û bi 2 lîre û 50 qirûşî tên firotin.

Herî zêde jî şerbetfiroş daxwaza qalibên cemedê dikin. Şerbet li ser dezgehan tên çêkirin û bi qalibên cemedê tên sarkirin û firotin gelê herêmê.

Dîroka nûkirinê: 09 îlon 2019, 14:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE