Li Iraqê hêzên ewlehiyê, mehkûmên di girtîgehan da û koçberên li nav welêt ku di kampan da dimînin îro li welêt deng didin.
Li gelek herêmên Bexdayê navendên hilbijartinê yên ku hatin avakirin ji bo dengdayîna esker, polês, koçberên nav welêt û girtiyan îro deriyên xwe vekirin.
Li pêş navendên hilbijartinê ji ber îhtimala bûyer û êrîşên terorê tevdîrên berfireh hatin hildan. Li dora navendên hilbijartinê têl hatin kişandin û wesayîtên eskerî li pêş navendê hatin bicîkirin.
Kesên ku ji bo dengdayînê bên navendê wê nikaribin tevlî têlefona xwe ya destan têkevin hundir.
Li Iraqa ku nifûsê wê nêzî 40 milyonî ye ji 24 milyonî zêdetir kes xwedî heqê dengdayînê ne û roja yekşemê li welêt hilbijartina pêşwext wê bê kirin.
AA