Li Iraqê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin 52 zêde bû û derket 9 hezar û 735an.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Hawirdor û Tenduristiyê ya Iraqê ji ber şewbê da di 24 saetên dawîn da 52 kes mirin û 3 hezar û 214 waqieyên nû hatin tesbîtkirin.
Bi daneyên dawîn ra jimara mirinên ji ber vîrusê derket 9 hezar û 735an, jimara waqieyan jî derket 397 hezar û 780yî.
Jimara başbûyiyan jî derket 328 hezar û 97an.AA