Li Iraqê di Hezîrana 2021an da wê hilbijartina pêşwext bê kirin

Li Iraqê di Hezîrana 2021an da wê hilbijartina pêşwext bê kirin

Mistefa el-Kazimiyê Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir di 6ê Hezîrana 2021an da wê hilbijartina pêşwext bê kirin.

Kazimî di televizyona fermî da xitabî gel kir û destnîşan kir ji terefê Amerîkayê ra gotine ku "li welêt hewcedariya me bi baregehên we yên eskerî tuneye" û ew tenê di warê aborî û perwerdekirina hêzên ewlehiyê da ji Washingtonê destekê dixwazin.

Mistefa Kazimî bal kişand ser nîqaşên li ser hilbijartina pêşwext û got ku em ê di 6ê Hezîrana 2021an da hilbijartina pêşwext bikin û ji bona vê çi bikeve ser milên me jî em ê bi cî bînin.

Kazimî bang li meclisê kir ku qanûna hilbijartinê ya nû demildest bikeve rewacê.

Mistefa Kazimiyê Serokwezîrê Iraqê meha Gulanê hatibû ser wezîfeyê û ji wê çaxê da behsa hilbijartina pêşwext dikir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE