Li Iraqê di nav 10 rojan da 60 DEAŞî hatin kuştin

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevpar Tumgeneral Yehya Resûl di daxuyaniya xwe ya nivîskî da got ji rojavayê Kerkûkê bigire heta sînorê Diyalayê li Çiyayên Hemrînê li hemberî endamên terorê operasyonên esmanî hatin kirin.

Li Iraqê di nav 10 rojan da 60 DEAŞî hatin kuştin

 Li Iraqê di operasyonên dijî DEAŞa rêxistina terorê yên nav 10 rojan da 60 terorîst hatin kuştin.

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevpar Tumgeneral Yehya Resûl di daxuyaniya xwe ya nivîskî da got ji rojavayê Kerkûkê bigire heta sînorê Diyalayê li Çiyayên Hemrînê li hemberî endamên terorê operasyonên esmanî hatin kirin.

Resûl got di operasyonên Hêzên Esmanî yên Iraqê da di nav 10 rojan da 60 endamên DEAŞê hatin kuştin, 120 sitargeh, gelek çek û muhimat jî hatin îmhekirin.

DEAŞa rêxistina terorê di Hezîrana 2014an da tevahiya bajarên Mûsil, Selahaddîn û Enbarê û qismekî Diyala û Kerkûkê bi dest xistibû. Di nav salan da ev der ji destê rêxistinê hatibûn rizgarkirin.

Serokwezîrê Iraqê yê wê heyamê Heyder El Ebadî di 9ê Çileya Pêşîn a 2017an da daxuyandibû ku li hemberî DEAŞê serkeftin hatiye bidestxistin.

Ji wir pê va 3 sal derbas bûn lê rêxistin hê jî li çol û bestên van bajaran êrîşan dike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE