"Li Iraqê di protestoyan da 424 xwepêşandêr hatin kuştin"

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Iraqê ji 1ê cotmehê vir va di xwepêşandanên ku dewam dikin da 424 kes hatin kuştin, nêzîkî 9 hezar kesî jî birîndar bûn.

"Li Iraqê di protestoyan da 424 xwepêşandêr hatin kuştin"

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Iraqê ji 1ê cotmehê vir va di xwepêşandanên ku dewam dikin da 424 kes hatin kuştin, nêzîkî 9 hezar kesî jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NYyê (OHCHR), Mîsyona Alîkariya bo Iraqê ya NYyê (UNAMI) rapora xwe ya 5ê mijdarê-8ê berfanbarê eşkere kir. Li gorî rapora ku xwe dispêre hevdîtinên digel 183 kesan, di navbera dîroka navborî da li Iraqê 170 kes hatin kuştin, 2 hezar û 264 kes jî birîndar bûn.

Li welêt ji 1ê cotmehê ku xwepêşandanan dest pê kiribûn vir va jî bi tevahî 424 kes hatibûn kuştin, 8 hezar û 758 kes jî birîndar bûn.

Her wiha hat destnîşankirin, ji ber ku hikûmet dane û îstatîstîkên nexweşxaneyan ên kuştî û birîndaran bi UNAMIyê ra parve nake, mumkin e ku hejmara kuştiyan zêdetir be.

Li Iraqê xwepêşandanên dijî hikûmetê ku 1ê cotmehê dest pê kiribûn, dewam dikin. Paytext Bexda di serî da di xwepêşandanên ku li bajarên li başûr û naverasta welêt dewam dikin da li dijî nifûza Îranê ya li Iraqê jî bertek tên nîşandan.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ji ber xwepêşandanên dijî hikûmetê mecbûr mabû û di 29ê mijdarê da îstifa kiribû.AA

Dîroka nûkirinê: 12 Kanûn 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE